26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çaremîn yekîneya Pêşmerge îşev derbasî Kobanê dibe

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Çaremîn yekîneya Pêşmerge gihîşt firokexaneya bajarê Rihayê û dê îşev derbasî Kobanê bibe û sibe yekîneya sêyemîn ji wir vedigere Başûrê Kurdistanê.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Neqîb Rizgar Behram ji malpera KDP.info re ragihand: “Çaremîn yekîneya Pêşmerge ya ku îro danê êvarê ji Hewlêrê bi rê ketibû, gihîşt firokexaneya Rihayê.”

Neqîb Rizgar Behram da zanîn ku ew yekîneya Pêşmerge dê ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê re derbasî Kobanê bibe.

Piştî ku yekîneya nû ya Pêşmerge gihîşt Kobanê pêşmergeyên ku niha li Kobanî ne û zêdetirî mehekê ye di şerê DAIŞê de piştevaniya YPGê dikin, dê sibe vegerin Başûrê Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar