Swîsra 10 milyon frank bo alîkariya Kurdistanê diyar kiriye

Hewlêr-KDP.info- Alîkarê Berpirsê Beşê Rojhilata Navîn li Benka Swîsrayê bo alîkarî û Perepêdanê Rûdî Von Pilanya ragihand ku welatê wî dê bi qasî 10 milyon frank alîkariyên mirovî ji Herêma Kurdistanê re bişîne, beriya niha jî bi 10 milyona frank jî şand.
Rûdî Von Pilanya bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û dibêje: “Hikûmeta Swîsra wek sala par, dê dîsa bi qasî 10 milyon frank alîkariyan bide Herêma Kurdistanê.”
Pilanya pesnê rola Hikpmeta Herêma Kurdistanê da ku tevî di şerekî giran de ye ligel terorîstên DAIŞê, û alîkariya koçber û penaberan jî dike û her tiştî ji wan re pêşkêş dike.




