25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rê ji hilweşandina Sykes Picot re vebûye..Pîremêrên Bakurê Kurdistanê bi girî behsa qehremaniya Pêşmerge dikirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Dezgeha Spîrês û parlamenterê berê yê Iraqê Mûeyed Teyib ku di komcivîna nivîskar û rojnamevanên Başûr û Bakurê Kurdistanê de beşdar bû, amaje bi navê pîroz ê Pêşmerge li cem kurdên parçeyên din ên Kurdistanê û dibêje Pêşmerge bûye nîşana berxwedanê.

Mûeyed Teyib Serokê Dezgeha Spîrês û parlamenterê berê yê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di wan çend rojan de, hejmarek nivîskar û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê li Amedê di komcivîneke rojnamevaniyê de beşdar bûn û piştre me çendîn hevdîtin û gotûbêj ligel nivîskar û xelkê Bakurê Kurdistanê kir, ku di wan civînan de me tekez li ser wê yekê kir ku divê kurd yekgirtî be, ji ber ku piştî Kobanê hat xuyakirin ku pêwîst e kurd yek helwest be û em dikarin wan sînoran derbas bikin ku li ser Kurdistanê hatin ferizkirin.”

Mûeyed Teyib wiha domnad: “Xelkê Başurê Kurdistanê digotin Pêşmerge hestê neteweyî li cem me bihêztir kir, Pêşmerge sînorên ser Kurdistanê dan alî. Pîremêrên Bakurê Kurdistanê bi girî behsa Pêşmerge û qehremaniya Pêşmerge dikirin.”

Teyib wiha got: “Niha li Bakurê Kurdistanê behsa qehremaniya Pêşmerge bûye li ser zimanê hemû xelkê ye. Li ser asta siyasî jî, senga kurdan girantir kiriye, ji ber ku eger Kobanê ketiba, dê gotara siyasî ya kurd ne bi vî awayî ba, ku Pêşmerge moralekî bilind da wê gotarê.”

Serokê Dezgeha Spîrês behsa wê yekê dike ku, “Rê ji nemana sînorên Sykes Picot di hizrê her kurdekî de dike ji ber ku çarenivîsa hemû kurdan bûye yek. Tişta ku kurdên Bakur, Rojava û Rojhilat ji me re digotin, Pêşmerge bûye sembola bergiriyê li axa Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar