26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Muslih Zêbarî: Gundên Girê Spî tên azadkirin..Îro 34 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, îro şervanan bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge li sînorê devera Girê Spî 3 gund û çend girên stratejîk hatin azadkirin û 34 terorîstên DAIŞê hatin kuştin, herwiha gellek çek û teqemenî ketin destê me de.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanêm ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevahiya gundên Kurdan ku ser bi Kobanê ne hatine azadkirin û niha em li derdora Girê Spî şer dikin.”

Emîd Muslih Zêbarî wiha got: “Di çend rojên borî de gundên Dar Fîlt, Kune Heftiyar, Çelebî, Şuxor, Şîrayî û çend girên stratejîk hatin azadkirin ku ser bi Girê Spî ve ne.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Îro gundên Yabîse, Eyîn Erûs û Til Xizir ku 5 km dûrî Girê Spî ne, hatin azadkirin.”

Zêbarî wiha domand: “Her îro 34 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gellek çek teqemenî jî ketin destê Hêzên Pêşmerge û şervanan de.”
 

Nûçeyên têkildar