26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em piştivaniya çareserkirina pirsgirêka kurd di perçeyên din ên Kurdistanê de dikin

Çavkanî: KDP.info
ارشيف

Duhî serokê herêma Kurdistan birêz Mesûd Barzanî di kongreya navneteweyî ya partî û rêxistinên lîberal ên seranserê cîhanê de axavtinek pêşkêş kir û bi berfirehî ji beşdaran re behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê kir.

Piştî ku ji bo beşdarbûna kongreya navneteweyî ya partî û rêxistinên lîberal ên seranserê cîhanê, serokê Herêma Kurdistanê gihişt Îtalyayê, Serok Barzanî di axavtina xwe de ragihandiye: civaka me li Herêma Kurdistanê, civakeke vekirî ye, hemû maf û erkên pêkhateyên neteweyî hatine parastin, di Parlamentoya Kurdistanê de 11 partî û rêxistinên siyasî hene ku hinek jê muxalefet in, sedî 33 endamên Parlamentoya Kurdistanê jin in.


Di warê rewşa Sûriyê de serokê Herêma Kurdistanê ev gotine: em piştivaniya daxwazên gelê Sûriyê dikin ku sîstemeke demokrasî û firehalî ji bo xwe ava bikin û biryar li ser çarenivîsa xwe bidin. Sûriye ji bo me xwediyê qîmeke taybetî ye, ji ber ku zêdetirî ji 2 milyon kurd li Sûriyê hene û ew heta ji mafê hevwelatiyê jî bêpar in.

Wî di dawiyê de gotiye: “em piştivaniya xwe ya ji bo çareserkirina adilane ya pirsgirêka kurd di perçeyên din ên Kurdistanê de bi awakî demokrasiyaneya aştiyane ya dûr ji şidetê dubare dikin”.


Ev jî teksta axavtina serokê Herêma Kurdistanê ye:


Birêz serok Kasin


Centrist Democratic International
Serokwezîrên birêz
Birêz sekreter û nûnerên partiyan
Amadebûyên birêz

Ez sipaseke gerimji bo bangkirina PDKyê ya ji bo vê kongreyê li Centrist Democratick International dikim.


Ez hêviya serkevtinê ji bo hemû aliyan dikim.
Em xweşhal in ku em îro bi we re beşdarê vê kongreyê bûne.

PDK hêzeke siyasî ya naskirî ya gelê Kurdistana Iraqê ye, di sala 1946an de hatiye damezirandin û heta vê dem û saeta han jî di rêza pêşîn a xebata gelê Kurdistanê ya ji bo demokrasî û mafên xwe yên rewa ya gelê me de ye.

PDK ji bo li Iraqê demokrasî ava bike mil bi milê hêzên niştimanî yên din xebatê kiriye, ji ber ku bingehê nehametî yê Iraqê, nebûna demokrasî û serwernebûna îradeya gel tunebûye.

Her wext li ba PDKê wisan bûye ku wekhevî û dadperweriya civakî û civaka firehrengî li ser prensîbê hevûdu qebûl kirin û lêborînê diçespe û şanazî bi wê dike ku şerefa serokatîkirina şoreşa gelê Kurdistanê kiriye û piştî serhildana gelê Kurdistanê ya di sala 1991an de, ew ji bo anîna meydanê ya sîstemeke demokrasiyê ku bi rêya sandoqên dengdanê re, xelkê Kurdistanê di proseseke demokrasîyane de, bi azadî nûnerên xwe hilbijartin, pêşengî kiriye.

Her ji ber vê bû ku me karî em di sala 1992an de, piştî hilbijartinê, parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrînin.

Berhemê xebata xelkê Kurdistanê di pênavê azadiyê de ev bûye, niha Herêma Kurdistanê, di warê avakirina welatê xwe de û di rêya qanûn û muesseseyên destûrî yên herêmê re erk û mafê temamê pêkhateyên Kurdistanê biçespîne, ji qonaxeke mezin û giring derbas bûye.

Xelkê Kurdistanê, beriya sala 1991an, bi awakî sîstemtîk, rûbirûyê jenosîdê bûye û bi wî awayî ji 5 hezar gundên Kurdistanê, 4 hezar 500ên wê bi temamî hatine wêrankirin.

Nêzîkî 182 hezar kes bêserûşûn in û di kîmyabarana Helebceyê ya di sala 1988an de zêdetirî 5 hezar kes hatine şehîdkirin.

Gelê Kurdistanê, baweriyeke xurt bi giyanê lêborîn û bi hev re jiyanê ye, ji ber vê, ew boriya tijî ji nehametiyê, kurdan ber bi tolevekirinê nebir, belko bi giyanê leborînî, bi hêviya rojên bên, mijûlê bingehdanîna welatê xwe û damezirandina muesseseyên destûrî bûye.

Birêzan, amadebûyên xwoşewîst

Civata me li Herêma Kurdistanê, civateke vekirî ye.

Hemû pêkhateyên neteweyî û ayînî maf û erkên wan hatine parastin.

Di parlamentoya Herêma Kurdistanê de 11 partî ê rêxistinên siyasî hene ku hinek jê muxalefet in, sedî 33 endamên Parlamentoya Kurdistanê jin in.

Di kotaya sîstema me de, ji 111 parlamenterên parlamentoyê, 5 jê para mesîhîyan in. Pêkhateyên wekî asûrî, kildan, sûryan, tirkmen û ermen bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin.

Azadiya ayînî bi temamî ferahem hatiye kirin.

Misilman, mesîhî, êzidî û mezhebên cihê cihê bi azadî îbadetên xwe yên ayînî pêk tînin.

Bi hev re jiyana ayînî, her wextê xala ciyê serbilindî yê xelkê Kurdistanê bûye.

Baweriya wan bi demokrasiyê, ji tadeyê dûr, azadiya ayîn û mezheb û bi hev re jiyan, seqamgêriya siyasî ji bo me ferahem kiriye.

Ji ber sebebê seqamgêriya ewlekariyê li Herêma Kurdistanê, piştî sala 1991an me karîbûye em Kurdistanê ava bikin.

Bi ser hev ji 4 hezar 500 gundên wêrankirî, me nêzîkî 4 hezar jê ava kirine. Yek zanîngeha me hebû, niha 17 zanîngehên me hene.

Di sala 2002an de, dahata serê kesekî li Herêma Kurdistanê tenê 275 dolar bû, niha di sala 2012an de, dahata serê kesekî 5 hezar dolar e.

Rîjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê sedî 7 e, astê veberhemanînê gihiştiye nêzîkî 20 milyar dolaran.

Zêdetirî ji 3 hezar şirketên biyanî li Herêma Kurdistanê hene û kar dikin.

Niha imkana weberhemanîna petrolê di rojekê de li Herêma Kurdistanê 17 hezar 500 bermîl e, heta dawiya sala 2014an ev rîjeya han di rojekê de dibe milyonek bermîl.

Birêzan,

Iraq ji qonaxeke hestiyar derbas dibe. Piştî sala 2003an Herêma Kurdistanê di çarçoveke destûrî de peywendiyên xwe pêk anîne. Ew destûra ku ji aliyê sedî 80yî iraqiyan ve di sala 2005an de deng jê re hatiye dayîn. Iraq ji du neteweyên serekî pêk hatiye; kurd û ereb, di destûrê de jî li ser bingehê “îttîfaq û şirêkatiya rasteqînî û wekhvî” desthilat, maf û erk di çarçoveya sîstemeke federal a di navbera Herêma Kurdistnê û Hikûmeta Federal de hatiye diyarkirin.

Li Herêma Kurdistanê helwêst û siyaseta me ronî û eşkere ye, heta dema ku Iraq pabend bi demokrasî û destûrê be, em ê beşek ji wê sîstema federal bin. Lê eger Hikûmeta Iraqê bi destûrê pabend nebe û ber bi dîktatorî û takrewî biçe, em wekî xelkê Kurdistanê, ne amade ne di bin siya rejimek dîktator de bijîn û dê gelê Kurdistanê biryareke din bide.

Bi dehan hezar malbat navçeyên navîn û başûr ên Iraqê terk kirine û berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Di nav wan de 12 hezar aîleyên mesîhî jî hatine Herêma Kurdistanê.

Birêzan,

Rojhilata Navîn ji qonaxeke hestiyar a pirr guherînên bi lez derbas dibe.

Me piştivaniya xwe ya temam a ji bo serkevtina îradeya gelan, firehbûna azadiyan û hatina meydanê ya sîstema demokrasiyê daye diyarkirin.

Di vê çarçoveyê de jî, em piştivaniya daxwazên gelê Sûriyê dikin ku di sîstema demokrasî û firehalî ji xwe re ava bikin û ew bi xwe li ser çarenivîsa xwe biryar bidin.

Sûriye, ji bo me xwediyê qîmeteke taybetî ye, ji ber ku zêdetirî ji 2 milyon kurd li Sûriyê hene û ew heta ji mafê xwe yê hevwelatiyêjjî bêpar in.

Em hêvîdar in her guherîneke nû bibe sebebê hatina meydanê ya xêr û xweşî, azadî û hatina meydanê ya mafên hemû netewe û ayînan.

Em ji bo çareserkirina adilane ya pirsgirêka kurd li perçeyên din ên Kurdistanê bi awakî demokrasiyaneya aştiyane ya dûr ji şidetê dubare dikin.

Ez careke din ji bo bangkirina me li vê kongreyê sipasê we dikim.

Em hêvîxwaz in, peywendiyên di navbera PDKyê û partiyên birêz yên beşdarên vê kongreyê de roj ji rojê bi hêztir be û hevahengiya zêdetir ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kuurdistanê û hemû aliyan de hebe.

 

Nûçeyên têkildar