Zêbarî: Hewlêr û Bexda pabendê rêkeftinê ne..Tişta ku Herêm daxwaza wê dike rast e

Bexda-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî got Iraq ji aliyê aboriyê ve hilweşiyayê lê rastî krîzek kêmaniya pereyan hatiye. Herwiha da zan ku Hewlêr û Bexda pabendê rêkeftinê ne û tekez kir ku, tişta ku Herêm daxwaza wê dike rast e.
Hoşiyar Zebarî li Bexdayê ji çapemeniyê ragihand krîza ku Iraq ketiyê ji ber sedema êrişên DAIŞê û daketina bihayê petrolê ye.
Zebarî anî ziman ku pirsgirêka Iraqê ya pereyên hazir heye û got ewê ji bo çareserkrina krîza darayî rêjeya bacê zêde bikin.
Herwiha Zebarî da zanîn ku li Bankaya Navendî 68 milyar dolar rezerv heye û wiha domand: “ Berê ew rezerve zêdetir bû. Em niha hewl didin ku dînar li hemberî dolarî bilind bibe.”
Wezîrê Darayî yê Iraqê herwiha got arîşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew e ku, herdû alî lomeya ji hevdû dikin, lê rêkeftina di navbera wan de maye.
Zebarî wiha jî gut: “Dilgiraniya Herêma Kurdistanê di wê yekê deye ku Bexda meaşê karmendên hikumeta wan naşîne. Hewlêr û Bexda pabendê rêkeftinê ne. Tişta ku Herêm daxwaza wê dike rast e.”
Budçeya Iraqê ya sala 2015an wek 119 trilyon dinar (nêzîkî 100 milyar dolar) hatibû hesibandin.
Tê pêşbînîkirin kêmatiya budçeyê îsal 23 trilyon dinar be.
Ji bo budçeya îsal bermîlek a petrolê wek 56 dolarî hatibû hesibandin.




