26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

John Allen: Rêzê li Pêşmerge bigrin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Nûnerê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, General John Allen got divê ji bo Hêzên Pêşmerge hurmet bê dayîn.

General John Allen, ku di şerê DAIŞê de şêwirmendê Obama ye di civîna desteya ji derve ya Kongreya Amerikayê de ragihand ku di şerê li dijî DAIŞê de gava bê, qutkirina pêwendiyên rêxistinê yên ji dervene.

Allen amaje kir ku deverên ku DAIŞê li Herêma Kurdistanê bidest xistin hatine rizgarkirin û got divê ji bo pêşmerge rêz bê girtin û divê daxwazen wan jî pêk were.

John Allen anî ziman ku piraniya emîrên DAIŞê hatine kuştin diyar kir ku Enqere û Washington li dijî rêxistinê gavên girîng avêtine û wiha got: “Ti hevkariyên me ligel Îranê nîne. Kesên me ligel hevkarî kirin ji Iraqê ne.”

Şêwirmendê Obama got herwiha ew hewl didin suneyên li Iraqê jî li hemberî DAIŞê hevkariyê bikin û wiha domand: “Xewna rêxistinê ya Bexda û Kerbelayê rûxifî.”
 

Nûçeyên têkildar