26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bîranîna 36 saliya koça dawî ya Barzaniyê nemir li Hollenda

Çavkanî: KDP.info

Hollenda-KDP.info- Lijneya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pîroz û bilindhilgirtina bîranîna 36 saliya koça dawî ya babê rohî yê netewa kurd Barzaniyê nemir civînekê saz dike.

Barzaniyê nemir rêber û têkoşerê sedeya bîstê ko zêdetir ji nîv sedeyê xebat bo kurd û Kurdistanê kir li ser çiyayên bilindên Kurdistanê bi baweriyeka qayim bo paşerojeka geş bo Kurdistanê.

Felsefa Barzaniyê nemir bo miletê wî têkaşan û berxwedan bo bi destxistina mafên rewa û bilindkirina alaya Kurdistana serbixwe bû û di got: “Her çiqasî ji destên min bê ezê tifengê hilgirin, ezê berxwedanê bikim bo azadiya Kurdistanê û ez dixwazim alaya Kurdistanê bilind bikim, naxwazim êdî Kurd dîl bin û Kurdistan dagirkirî be.”

Bo rêzgirtina babê mîhreban û berxwedan û têkoşana wî bo azadiya Kurdistanê, bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û mêvanên ji Kurdistanê civîn dê li rêkeftî 1-3-2015 li bajarê Almere yê Holanda civînek bê sazkirin. Li navûnîşanên xwarê. Hatin bo hemû kesekê ye.

Adres:
Sumatraweg 22
1335 JM Almere Buiten
Demjimêr: 12:00 - 17:00
 

Nûçeyên têkildar