26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji par ve bêtirî 1000 DAIŞ li Mexmûrê hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Cîgirê berpirsê eniya Guwêr – Mexmûrê ragihand ku ji meha tebaxa par heta niha bêtirî 1000 terorîstên DAIŞê di şerê li dijî Hêzên Pêşmerge hatine kuştin û hejmarek zêde ji laşên wan jî li şûna wan mane, herwiha bi zorê zarokên 12 salî anîne şar.

Dr. Aras Heso Mîrxan cîgirê berpirsê eniya Guwêr – Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka şer heta niha bêtirî 1000 terorîstên wan hatine kuştin û gellek jî di lêdana balafiran de jî hatin kuştin, ku derdora 500 termên wan li cihê şer mane.”

Cîgirê berpirsê eniya Guwêr – Mexmûrê wiha domand: “Roj bi roj terorîstên DAIŞê rewşa wan xerabtir dibe bi taybetî piştî wê êrişa vê dawiyê ku hejmarek zêde ji wan hatin kuştin. Niha bi zorê zarokên 12 salî anîne şar.”
 

Nûçeyên têkildar