Parlamenterên Kurdistanê serdana deverên azadkirî û Şingalê kir

Hewlêr-KDP.info- Komek parlamenterên Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cefer Êmînkî ji bo şopandina rewşa şer û penaberan, çûn navçeyên Kurdistanî yên azadkirî û ser çiyayê Şingalê.
Parlamentera Kurdistanê Feyroz Taha Akreyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ceifer Îbrahîm îro çûn navçeyên Kurdistanî yên azadkirî û çiyayê Şingalê.”
Parlamentera Kurdistanê Feyroz Taha Akreyî re got: “Me lazim dît ku serdana devera Şingalê bikin û rewşa hêzên Pêşmerge û gerîlayên ku li wir şer dikin, ji nêzîk de bibînin.”
Feyroz Taha Akreyî diyar kir ku ew dê li pey asteng û sedemên derengketina rizgariya tevahiya bajarokê Şingalê jî herin û got, emê her wiha serdana penaberên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê jî bikin û paşê bi Encumena Parêzgeha Mûsilê re rûnên.




