Pêşmerge 12 gundên din li sînorê Başûr û Rojava azad kirine

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, ji pêr ve Hêzên Pêşmerge karîne 12 gundên din ên rojavayê Şingalê azad bikin, ku dikevin ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Herwiha bi tundî li terorîstên DAIŞê dane û bêtirî 30 terorîstên DAIŞê kuştine û bi dehan jî birîndar kirine.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “ Ji pêr ve, Hêzên Pêşmerge li derdora Şingalê û wan gundên ku dikevin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, bi tundî li çekdarên DAIŞê dane û karîne 12 gundên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê rizgar bikin û niha jî rizgarkirina wan gundan berdewam dike.”
Şeşo wiha got: “Niha heta radeyekê gellek rê li ser çekdarên DAIŞê hatine girtin û nema Karin li wê deverê hat û çûyê bikin bi taybetî rêya Başûr û Rojava ketiye destê Hêzên Pêşmerge de.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Ev 2 roj in ku Hêzên Pêşmerge bêziyan in û çekdarên DAIŞê heta niha 30- çekdarên wan hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne.”




