Nêçîrvan Barzanî: Ocalan bexteke mezin e bo çareseriyê
__2015_02_24_h19m22s22__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya dawî de bo Enqereyê, ligel Serokomarê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan bi dirêjahî behsa pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê kiriye û ji Erdogan re gotiye, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bexteke mezin e bo çareseriyê.
Sekreterê Rojnamevaniyê yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî ragihand ku, yek ji mijarên herî sereke di civîna Nêçîrvan Barzanî ligel Serokomanrê Tirkiyeyê Erdogan pirsa pêvajoya aştî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê bû.
Samî Ergoşî wiha got, di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku çareserkirinî pirsa kurd û serkeftina pêvajoya aştiyê di hemû waran de welatê Tirkiyeyê pêşve dive.
Ergoşî wiha domand, Nêçîrvan Barzanî ji Erdogan re texez kir ku Ocalan bexteke mezin e bo çareseriyê. Herwiha nêrîna Qendîlê jî derbarê pêvajoyê gihand Erdogan. Herwiha ev pirsa han ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ehmed Daûdoglo jî gotûbêj kir.
Sekreterê Rojnamevaniyê yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, herwiha behsa destpêka alîkariya Nêçîrvan Barzanî bo wê pêvajoyê kirin, ku ji destpêka sala 2007an hewlê serxistina wê dida û wê demê jî ji Erdogan re gotiye ku, rêya çareseriyê di Îmralî re derbas dibe û nêzîktirîn rê bo aştiyê gotûbêj û rêkeftin e ligel Ocalan, ku piştî van hewlan ew pêvajo dest pê kir.




