Mesrûr Barzanî: Me sînorê Kurdistanê bi xwîna xwe xêz kiriye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Ajansa Asyişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje ku, wan daxwaz kiribû ku çekên li Afganistanê bifroşin Herêma Kurdistanê, lê bo cihek din hatin firotin, herwiha behsa azadkirina Mûsilê û sînorê Kurdistanê û Pêşmerge dike û dibêje Hêzên Pêşmerge bi xwîna xwe sînorê Kurdistanê xêz kirine.
Rojnameya The Guardian di raporetekê de bi navnîşana “Kurd daxwaza çekên giran dike bo şerê dijî DAIŞ`ê” ku li eniyên şer encam daye, amaje bi pêşdeçûnên Pêşmerge û proseya netewesaziya Kurd dike û li hêlên pêşdeçûna şer derbarê awayê rizgarkirina Mûsilê daxuyanî ji Mesrûr Barzanî wergirtiye û navborî gotiye“ Em ne pareskin, em gelek bi wêrekî û bi agahdarin û axa Ereb dagîrnakin, em bi tenê naçin Mûsilê û em birêkarê wan nînin”.
Derbarê peydakirina çekên giran, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Me daxwaz ji Birîtanya kir ku hin ji wan çekên xwe bide me, yên ku li Afgansitanê bûn. Me xwe ji bo kirîna wan çekan amade kir, lê me dît ku bo cihekî din hatine firotin û redkirin ku bifroşin me.”
Herwiha da raporta The Guardian ya Brîtanî de hatiye ku, Brîtaniya di çarçoveya hevpeyman dijî DAIŞ`ê, heta niha 40 Doşkayên giran û teqemenî bo Pêşmerge şandiye, lê daxwazaeke din red kiriye û rijde li ser wê yekê ku, divê wan çekan bi rêya Bexdayê re radest bike.”
Herwiha hatiye ku “Het niha Pêşmerge karîne axeke mezin ji destê DAIŞê rizgar bikin ligel Bendava Mûsilê jî, ku av ji praniya Iraqê peyda dike. Me sînorê Kurdistanê bi xîwna xwe nexişandiye.”
Mesrûr Barzanî diyar kir jî ku “Eniya rojhilatê Mûsilê jî beşek ji Kurdistanê ye, lê em propegendayê jê re nakin, em dê heta wan hemû navçeyan biçin, ku pêşwaziyê li me bikin û beşekin ji Kurdistana mezin. Me jora rûbara Dicle rizgar kiriye, çavê me ne li Kurdistana mezin e, em behsa Kurdistana Iraqê dikin. Pêwîste em bawerî bi wan welatan bînin, ku ligel wan dijîn, ev yek jî di berjwendiya hemûyan de ye. Divê em bi rêya têgehiştinê baeriyê bi Bexdayê bikin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn jî ku “Bo heyameke dirêj zimanê Kurdî li Iraqê qedexe bû, me nedikarî di wê derbarê de bikin. Li cem Iraqê, Kerkûk tenê binkeyek aborî ye, lê em ji bo bihayên aborî Kerkûkê naxwazin. Lê ev axa bapîran e.”
Derbarê têkşikandina DAIŞê de Mesrûr Barzanî got: “Çaverêkirina hêzên navxweyî ji bo şerê DAIŞê, derfetê dide DAIŞê da geş bibe û xwe rêbixe û xelkê nû tecnîd bikin, bi vê yekê jî dibine gefeke berdewam li ser cîhanê. Pêwîstiya şikandina DAIŞê bi pêbendiyeke bêhtir û şandina leşker û peydakirina pêwîstiyên rast heye bo wan hêza ku DAIŞ têkşikandiye, ew jî Kurdin. Lewma em ti hêncetekê ji çeknekirina Kurdan re nabînin.”




