Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê ti carî amade nabe dev ji mafên xwe yên destûrî berde

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê li gel berpirsên dezgehên ragehandinê civiya û di vê hevdîtinê de ragihand ku, siyaseta petrolê ya hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê de bûye û di çarçoveya dosyeya petrolê de hikûmeta Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bikar aniye jiber vê çendê jî hikûmeta Kurdistanê ti carî amade nabe dev ji mafên xwe yên destûrî berde.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li tevî hijmareke wezîrên din yên hikûmetê li gel berpirsên dezgehên ragehandinê yên li Kurdistanê de civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê behsa rêkeftina dawî ya li gel Bexdayê kir ku bûye weke beşek ji proje bûdceya sala 2015an ya Îraqê û herwiha balkêşande ser ew kêşeyên teknîkî û siyasî yên ku ketine berdem cîhbicîh kirina proje qanûna bûdceyê.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê heta dawî girêdayî bi rêkeftina dawî ya li gel Bexdayê de dibe û heta dawî hewl bo vê yekê dide ku kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê de çareser bike jiber ku yekem palan hikûmeta Kurdistanê çareserkirina kêşeyên heyî û cîhbicîh kirina proje bûdceya sala 2015an ne ku li gor berejwendiyên tevahiya pêkhateyên Îraqê ye lê eger Bexdayê girêdayî bi rêkeftinê nebe û proje qanûna bûdceyê cîhbicîh neke vê demê Kurd li çareseriyeke din digere.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku siyaseta petrolê ya hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê de bûye û di çarçoveya dosyeya petrolê de hikûmeta Kurdistanê mafên xwe yên destûrî bikar aniye jiber vê çendê jî hikûmeta Kurdistanê ti carî amade nabe dev ji mafên xwe yên destûrî berde.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê jî kir ku Kurdistan dixwaze kêşeyên heyî bi rêya diyalogê li gel Bexdayê de çareser bike lewre daxwaz ji dezgehên ragehandinê jî dikin ku di warê weguhstina rastiyan de di rewşa niha de hevkariya hikûmetê bikin.
Piştî bi dawî hatina axftinên Serokwezîr her yek ji Cîgirê Serokwezîr û wezîrê çavkaniyên xwezayî jî peyvek pêşkêş kirin û behsa rewşa heyî û hewldanên hikûmeta Kurdistanê bo çareser kirina qirîza darayî û kêşeyên heyî kirin.




