Mesrûr Barzanî: Rola psporên olî roleke gelek girînge

Bi minasebeta 42 saliya damezrandina Yekîtiya psporên ola îslamê ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye;
Desteya Serokatiya Yekîtiya psporên ola îslamê ya Kurdistanê silavên xwedê li ser we bin
Bi minasebeta salvegera damezrandina Yekîtiya we ya nîştimanperwer gelek ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên birêz û tevahiya Mamosteyên ola pîroz ya Îslamê li Kurdistanê de dikim.
Ev bîranîna han bi derfet dizanim daku, spasiya tevahiya Mamosteyên ola pîroz ya Îslamê li Kurdistanê de bikim, jiber ku, jibilî erkên xwe yên olî hevdem roleke gelek girîng lîstine bo hişiyar kirina takên civaka Kurd bi rihê mirov dostî û bihêztir kirina canê bihevre jiyana aştiyane a di navbera pêkhateyên olên cuda yên li Kurdistanê de.
Damezrandina yekîtiya we di roja 21.9.1970 de nîşaneya vê yekê ye ku, yekîtiya han di nava xebata Şoreşgêrî ya Gelê Kurd de derketiye û Mamoste û psporên olî di vê serdemê de rola xwe ya pêşmergayetî lîstine, lewre cêha rêza Gelê Kurd û Barzaniyê Nemir bûne.
Niha jî em rola we di warê hişiyar kirina xelk û çandina tovê biratî bo sepandina asayîş û perwerde kirina Zarokên Gelê me bi peyamên rast yên ola pîroz a îslamê bi roleke girîng û erênî wesif dikin.
Careke din pîroz be salwegera damezrandina Yekîtiya Psporên ola îslamê ya Kurdistanê û xwedê mezin pişt û penahê we be bo serkeftina peyama we ya pîroz.
Birayê we
Mesrûr Barzanî
20.9.2012




