25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Hêzên kurdî dixwazin çemê Feratê bixin navbera xwe û DAIŞê de

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, niha tevahiya gundên herêma Kobanê hatin rizgarkirin, lê tenê çend gund li pişt ava Feratê jî mane, emê wan jî rizgar bikin û sengerê xwe li wir deynin.

Rizgar Behram Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Kobanê şer di navbera Hêzên kurdî û terorîstên DAIŞê de berdewam dike û niha li derdora çemê Feratê şer heye, ku 20 gund li wir hene em dixwazin wan jî rizgar bikin, heta niha jî yek ji wan gundan hatiye rizgarkirin û pêşveçûn berdewam dikin bo azadkirina gundên din.”

Neqîb Rizgar Behram wiha domand: “Tevahiya gundên kurdan hatine rizgarkirin, lê em dixwazin wan çend gundan jî rizgar bikin, da ku çemê Ferat bibe berbestek li pêşiya wan terorîstan DAIŞê.”

Behram wiha got: “terorîstên DAIŞ li wê navçeyê bergiriyê dikin, lê hêzên kurdî bi moralekî bilind pêşve diçin da ku wê herêmê bi temamî rizgar bikin.”

Nûçeyên têkildar