26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Newşîrwan Mistefa: Kurdistan dê rewşa niha bi serbilindî derbas bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran civiyan û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê kirin û tekez jî kirin ku rewşa niha demkî ye û Kurdistan bi serbilindiyê ve wê rewşa niha derbas dike.

Îro dûşem 23.02.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran kir.

Li kombûnê da behsa rewşa bereyên rûbirûbûnê ya li gel terorîstan kirin û serkeftinên Pêşmerge bilind nirxandin.

Her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê xistin ber behs û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda bi hengavekî erênî dane zanîn.

Li hevdîtinê de tekez li ser yekdengî û yekhelwestiya hêz û aliyên siyasiyê Kurdistanê kirin û birêz ve behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê kirin û tekez jî kirin ku rewşa niha demkî ye û Kurdistan bi serbilindiyê ve vê rewşa niha derbas dike.
 

Nûçeyên têkildar