Gundê dawî yê Kobanê hat rizgarkirin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanan tevahiya gundên Kobanê rizgarkirin.
Emîd Muslih Zêbarî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşveçûnên şervanan bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge li Kobanê berdewam dikin û karîne her hemû 376 gundên herêma Kobanê ji terorîstên DAIŞê rizgar bikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Me hêzên xwe dabeş kirine bo ser 3 aliyan. Ji aliyê rojava ve gihîştine çemê Feratê. Li Rojhilat jî gundên Girê Spî rizgar dikin, herwiha li başûr jî pêşve diçin û çend cihên stratejîk mane ku wan jî rizgar bikin.”
Derbarê operasyonên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî, Zêbarî wiha domand: “Li her cihekî pêwîst bike, balafir bi giranî li çeper û navendên DAIŞê didin û zerer û ziyaneke mezin digihînin wan û tenê îro 6 termên wan li cihê şer mane.”




