DAIŞ 100 termên xwe birine Mûsilê..Li Guwêr û Eskê û Şingalê hatine kuştin

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li Guwêr û Eskê û Şingalê derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dan û vê êvarê bêtirî 100 termên xwe birin bajarê Mûsilê.
Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêxistina DAIŞê derbeyên gellekî mezin xwarin û ew termên ku birine nav Mûsilê hejmara wan 100 term in.”
Seîd Memozînî wiha domand: “Ew 100 term jibilî termên ku li cihê şer mane.”
Memozînî tekez kir ku, “Ew kuştiyên DAIŞê di şerê dijî Hêzên Pêşmerge li Guwêr û Eskê û Şingalê hatine kuştin.”




