26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Telkêf.. 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Telkêf-KDP.info- Jêderekî agahdar ji rewşa sînorê parêzgeha Mûsilê ragihand ku, di encama bombebarana giran ya ser devera Telkêfê, 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê li gundên Sadebewêze û li bajerokê Telkêfê dan.”

Seîd Memozînî wiha domand: “Di encama wan lêdanên giran de, çekdarên DAIŞê gellek ziyan dîtin, ku 22 çekdarên wan hatin kuştin û 5 otomobîlên wan jî hatin têkbirin.”
 

Nûçeyên têkildar