26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tîmek ji wezîrên kurd bo gotûbêjkirinê ligel Ebadî hat raspardin..Ewlewiyeta karê Hikûmetê peydakirina mûçeyê fermanberan dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê bi nunerên Kurd ên li Bexdayê re civiya û di wê hevdîtinê de tîmek ji wezîrên kurd bo gotûbêjkirinê ligel Ebadî hat raspardin. Herwiha tekez hat kirin ku, ewlewiyeta karê Hikûmetê peydakirina mûçeyê fermanberan bilez e.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel nunerên Kurd yên li Bexdayê civiya.

Di destpêka civînê de rêz û spasî pêşkêşî berxwedana hêzên pêşmerge û tevahiya karmend û çînên cuda cuda yên civaka Kurdistanê hate kirin ku di rewşa han ya hesas û qirîza abûrî de piştgîriya hikûmeta Kurdistanê kirine.

Di berdewamiya civîna han de hikûmet zaniyariyên berfire derbarê lihev kirina navbera Hewlêr û Bexdayê pêşkêşî nunerên Kurd kir û tekez li ser girêdayîbûna hikûmeta Kurdistanê bi lihev hatina han hate kirin.

Her di civîna han de hate gotin ku çend kêşeyên teknîkî û jihev fêm nekirin hatine pêş û ji aliyeke din ve jî hin alî û derdorên siyasî li Iraqê de hene ku naxwazên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê baş bin.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku em amadene bo çareser kirina kêşeyên teknîkî û çareser kirina xalên jihev fêm nekirinê serdana Bexdayê bikin û bo vê mebestê jî tîmek ji wezîrên Kurd hatine pîwerdarkirin daku bi awayekî rasterast û şefaf li gel Serokwezîrê Îraqê giftûgo bikin.

Her di civînê de daxwaz hate kirin ku hikûmeta Bexdayê jî girêdayî lihev hatinê be û li gor proje qanûna bûdceya sala 2015an li hember bûdce û para Kurdistanê tev bigere.
 

Nûçeyên têkildar