Bi biryara Hoşyar Zêbarî Bexda 250 milyar dînar dide Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Iraqê biryar da mûçeyê meha Çileya yê karmendên Kurdistanê bide.
Alîkarê Wezîrê Darayî yê Iraqê Fazil Nebî ji malpera KDP.info re ragihand: Wezareta Darayî dê 250 milyar dînar (nêzîkî 200 milyon dolar) bişîne Herêma Kurdistanê.
Fazil Nebî da zanîn, ew pere bi fermana Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî tê şandin û Zêbarî ji bo vê yekê ferman daye Banka Navendî ya Iraqê.
Nebî diyar kir, ji ber ku Bexda û Hewlêr heta niha bi tevahî negihîştine rêkeftinê ev pere ji bo dayîna mûçeyê karmendan tê şandin.
Li ser wextê şandina wî pereyî jî alîkarê Wezîrê Darayî yê Iraqê got, fermana şandina pere duh hat dayîn ji ber wê jî di demek pir nêzîk de dê pere bigihîje destê hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya vê dawiyê ya Bexdayê de gotibû, Bexdayê pêşniyar kir ku 250 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê lê me pêşniyar qebûl nekir.




