26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ şevê din hat qirkirin..Li Mexmûrê mezintirîn şikestin dîtin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Şevê din terorîstên DAIŞê bo cara heştem bextê xwe yê reş bo êrişkirinê ser  einiyên Pêşmerge li eniya Guwêr – Mexmûr tecrûbe kir, û ji 3 aliyan ve li sînorê Gir Mamez û Sultan Ebdulah û Gir Co, êriş kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî li wan hatin hev û wek carên berê jî bi giranî bersiva wan dan û qira wan anîn.

Li gorî agahiyên Hêzên Pêşmerge li eniya guwêr – Mexmûr ku ji malpera KDP.info re ragihandin, di encama şikestina şevê din ya terorîstên DAIŞê de, ziyanek gellek mezin gihîşt wan terorîstan, ku bi dehan kes ji wan hatin kuştin û birîndarkirin. Gellek kuştî û birîndar ligel xwe birin û 63 term li şûna xwe hiştine, ku 4 ji wan ermîr in û yek bi nave Ebû Meymûn e.

Li gorî heman agahiyan, şerê şevê din li eniya Guwêr – Mexmûrê yek ji girantirîn şer û pevçûnên tund ên di navbera Hêzên Pêşmerge terorîstên DAIŞê de bû û di heman demê de wek mezintirîn şikestina DAIŞê li wê eiyê tê zanîn.
 

Nûçeyên têkildar