26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ewê azadî û kerameta mirovan divê pêwîst e di vî şerî de beşdar bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka kir û di wê hevdîtinê de balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên şer ku Kurdistan eve jî xisterû ku ev şer bi tenê ne şerê Kurdistan û hevpeymanane belku pêwîst e şerê hemû aliyek bê li gel terorîstan û ewê azadî û kerameta mirovan divê pêwîst e di vî şerî de beşdar bibe.

Îro şemî li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jack Reed Senatorê Wîlayeta Rhode Island ya ji Partiya Demokrata Amerîka û Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên siyasî û serbazî ya Amerîkayê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Senator Jack Reed ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û her wiha li gotarek da pêzanînên xwe yên ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorê û her wiha azayetiya Pêşmerge û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan nîşan da û spasî destvekirî û bexşîndeyî ya xelkê Kurdistanê jî kir ku li rewşeke gelek dijwar da sedanhezar koçberan himbêz kiriye û wan diparêzin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Senator Reed eve jî xisterû ku pêwîste hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ruyê dabînkirina çek û pêdiviyan de zêdetir bêne hevkarî kirin û welatê wan kar ji bo vê babetê dike. Her wiha tekez jî li berdewamî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî piştevaniya gel û Hikûmeta Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji bilî wê balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên şer ku Kurdistan ewê ji dest hatiye li şerê terorîstan û hevkarîkirina lêqewimiyan de kiriye û wê yekê dûpatkir ku ji bo muamelekirina li gel terorîstên DAIŞê de tenê yek rê heye ew jî şerkirin û şikandina wane û eve jî xisterû ku ev şer bi tenê ne şerê Kurdistan û hevpeymanane belku pêwîste şerê hemû aliyek bê li gel terorîstan û ewê azadî û kerameta mirov divê pêwîste li vê şerê da beşdar bibe.

Herwiha ji bo rûbirûbûna terorîstan tenê çareseriya serbazî ne têr nake belku li rûyê fikrî û aborî ve divê şerê terorîstan bê kirin û rê li hatin û çûna wan bê girtin û pêwîste ew welat ji kar ji bo nehiştina wan navendan bikin ku têda hêza teror û tundrewiyê tê belav kirin.

Serok Barzanî balkişand li ser wan navçeyan ku li jêr destê DAIŞ de hatine rizgarkirin û eve jî behskir ku Pêşmerge yarmetiya wan xelkan daye ku destê wan li gel DAIŞ nebûye û eve jî dûpatkir ku çarenûsa wan kesên yarmetiya DAIŞ dane û li gel DAIŞ bûne bi çarenûsa DAIŞ ve girêdayîne û wan jî heman çarenûsa DAIŞ dibe.

Her li vê hevdîtinê de asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û amadekariyên proseya azadkirina Musilê hate axaftin.

Peywendiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê û qonaxa piştî DAIŞê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
 

Nûçeyên têkildar