26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêreke siyasî: Tirkiyê pêwendiyên xwe yên aborî ligel Kurdistanê bihêztir dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî Dr. Salih Mela Umer derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê dibêje, serokwezîrê Kurdistanê di kişandina boriya petrolê bo welatê Tirkiyê serkeftî bû, helbet rêyek ji bo firotina petrola Kerkûkê jî hebe, boriya Herêma Kurdistanê ye.

Dr. Salih Mela Umer Mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mebest ji wê serdanê pêşxistina pêwendiyan bû, ku ew pêwendî ji bingeha dostayetî û rêzgirtinê biçe qonaxeke din ji pêşkeftinê.”

Wî mamosteyî wiha domand: “Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kişandina boriya petrolê bo welatê Tirkiyê serkeftî bû, helbet rêyek ji bo firotina petrola Kerkûkê jî hebe, boriya Herêma Kurdistanê ye, lewma Bexda daxwaza rêkeftinê ji Herêma Kurdistanê dike.”

Mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî Dr. Salih Mela Umer herwiha tekez kir ku Tirkiyê pêwendiyên xwe yên aborî ligel Kurdistanê bihêztir dike.

Nûçeyên têkildar