26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Piştî civîna xwe ligel Davûtoglu, Nêçîrvan Barzanî vegeriya Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Enqere bi Serokwezîrê Tirkiyê Akmet Davûtoglu re hevdîtin pêk anî û herdu aliyan tekez li ser bihêzkirina pêwendiyan di navbera xwe de kirin, bi taybetî di ware enerjî û aborî û bazirganiyê. Piştre şanda Kurdistanê dawî bi serdana xwe anî û vegeriya Hewlêrê.

Nêçîrvan Barzanî û Davûtoglu di hevtîna li Enqereyê de mijara şerê li djiî DAIŞê, hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêwendiyên siyasî û aborî yên di nava Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de nirxandine.

Di wê hevdîtinê de rewşa dawî û pêşhatên navçeyê û şerê li dijî terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê û parastin û berxwedana Hêzên Pêşmerge bi taybetî û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tirkiyê û çend mijarên din hatin nirxandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çûbû Tirkiyê. Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî bi Nêçîrvan Barzanî re ne.

Nûçeyên têkildar