26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamanterekî PDK: Em dixwazin di azadkirina Kobanê de hevkar bin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Parlamanterekî fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, wek çawa Herêma Kurdistanê di rizgarkirina Kobanê de bi Hêzên Pêşmerge beşkdar bû, wisa dixwaze di dûbare avakirina wê de jî beşdar be.

Elî Halo Parlamanterekî fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek şanda Parlamentoya Kurdistanê bo pîrozbahiya serkeftinê me serdana bajarê Kobanê kir û me raportek li ser amadekir û emê pêşkêşî serokatiya parlamentoya bikin. Me daxwaz kiriye ku di dûmare avakirina Kobanê de hevkar bin, wek çawa me di rizgarkirina wê de alîkarî da, tevî ku niha Herêma Kurdistanê di krîzeke darayî de ye.”

Halo wiha domand: “Hinek ji taxên Kobanê bi temamî wêran bûne û bi kêrî jiyanê nayên, lê rojavayê wê gellek ziyan nedîtiye.”

Wî parlamanterê PDKê tekez kir ku pêşniyar heye ku hinek taxên ku wêran bûne bibin mûze û wek xwe bimînin.

Elî Halo da zanîn ku, “Eger derfet hebe dibe ku Parlamentoya Kurdistanê bo Kobanê bicibe û behsa avakirina Kobanê bike.”
 

Nûçeyên têkildar