26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pîre: Hemû dunya pêwendiyên aborî ligel me girê didin.. Pere bi qeriz didin me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  (YNK) Seidî Pîre serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bi girîng dizane û di wê baweriyê de ye ku ji bilî asta siyasî pir girîng li astê aborî jî Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê tundtir bike.

Derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê bo welatê Tirkiyê Seidî Pîre Endamê Polîtburoya YNKê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê YNKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa niha a Iraqê pir aloz e û asayîşa wê têk çûye û axa wê hatiye dagîrkirin, ji aliyê siyasî ve jî tevlihevî heye, lewma di vê rewşê de divê em pêwendiyên xwe yên dîplomatîk pêştir bixin.”

Seidî Pîre derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê wiha got: “Di demeke girîng ew serdan hat, pir girîng e ku em pêwendiyên xwe ligel welatên cîran pêş bixin. Pêwendiyên me û Tirkiyê tenê ji aliyê siyasî ve nepêşketîne, lê belê ji aliyê aborî jî pir girîng e. Herwiha li ser asta cîhanê jî hemû dunya pêwendiyên aborî ligel me girê didin û peran jî bi qeriz didin me.”

Pîre wiha domand: “Pêwendiya wê serdanê bi rêkeftina Bexdayê ve nîne û em pabendî rêkeftina xwe ne ligel Bexdayê.”

Nûçeyên têkildar