Nêçîrvan Barzanî û Erdogan tekez li ser bihêzkirina pêwendiyan kirin
Enqere-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî û hat ragihandin ku wan civînê de mijara “pêvajoya çareseriyê” ya li Tirkiyeyê tê rêvebirin gotûbêj kirine. Herwiha herdu aliyan tekez li ser bihêzkirina pêwendiyan di navbera xwe de kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan di hevtîna li koşka AK Sarayê li Enqereyê de mijara şerê li djiî DAIŞê, hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêwendiyên siyasî û aborî yên di nava Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de nirxandine.
Di wê hevdîtinê de rewşa dawî û pêşhatên navçeyê û şerê li dijî terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê û parastin û berxwedana Hêzên Pêşmerge bi taybetî û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê û pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tirkiyê û çend mijarên din hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji Erdogan re ragihandiye Başûrê Kurdistanê dê ji bo pêvajoya çareseriyê piştgiriya xwe bidomine.
Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî jî cih girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh çûbû Tirkiyê. Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî bi Nêçîrvan Barzanî re ne.




