26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Mûsilê.. Hêzên Pêşmege bi tundî li terorîstên DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Eskê-KDP.info- Li devera nahyeya Wankê Hêzên Pêşmerge bi tundî li terorîstên DAIŞê dan û li gorî gotina fermandarên Pêşmerge li navçeyê bêtirî 17 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek birîndar jî bûn.

Muqdem Cemal Kerîm Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Wankê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din li gundê Eskê yê ku dikeve sînorê nahyeya Wankê ya bakurê Mûsilê çekdarên DAIŞê qezenc ji keş û hewayê kirin û êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge piştî 2 seatan ji şer karîn çekdarên DAIŞê bişkînin û bera wan bidin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Pêşmerge bi moralekî bilind, derbeyeke mezin li wan terorîstan dan û 17 kes ji wan kuştin û hejmarek jî birîndar jî ketin. Bê ku bustekê jî pêşve bên me li wan de û bera wan da.”
 

Nûçeyên têkildar