Dilşad Şeban: Çûna Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê destpêka qonaxa duyem e

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjiyê Dilşad Şeban ragihand ku, ji hemû cîhanê re zelal bûye ku alozî ji şandina budceyê mezintir e, lewma divê Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya aborî dest bê bike.
Dilşad Şeban Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjiyê li Parlamentoya Kurdistanê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê hîna maye, ji ber ku ketiye nava çarçoveyeke yasayî de û li nava budceyê Iraqê yê 2015 hatiye pesendkirin, lê diyar e Hikûmeta Iraqê ne pabendê vê rêkeftinê ye. Lê şanda Herêma Kurdistanê berî ku serdana Bexdayê bike, wek qonaxa yekemîn bijardeyekî din li ber destê wê bû, ew jî ew bû ku pişt bi hinardekirina petrol xwe girê bide û li ser hinek jêderên din kar bike bo peydakirina budceyê Herêma Kurdistanê, wek qerzkirin û dahatên navxwe, lewma şanda Kurdistanê tenê bi bijardeyekê neçûye Bexdayê.”
Şeban wiha got: “Me gellek kar kir da ku ligel Bexdayê kar bikin, lê dema ku ew ne pabendê rêkeftina me bin, em neçar dimînin ku ji raya giştî re rabigihînin ku divê em pişta xwe bi girê bidin û petrola xwe bifroşin. Ji hemû cîhanê re zelal bûye ku alozî ji şandina budceyê mezintir e, lewma Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û serdana wî di wê çarçoveyê de ye ku plana xwe ya duyem e.”
Cîgirê Serokê Komîteya Pîşesazî û Enerjiyê wiha domand: “Herêma Kurdistanê dikare bi firotina petrola xwe, dahata Kurdistanê peyda bike, lê ev jî dem jê re dive.”
Sekreterê Rojnamevaniyê yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî ragihand ku, Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî dê îro serdana Tirkiyeyê bike.
Ergoşî diyar kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu re hevdîtin bike.




