Serok Barzanî: Xwendevan û lawên Kurdistanê bi berdewamî li her dû bereyên parastina welat û dabînkirina paşarojeke geş bûne

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi helkefta 62 emîn salvegera damezrandina rêxistinên we (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê) di peyamekê de pîrozbahiyê li her dû Yekîtiya Qutabiyan û Lawên Kurdistanê dike û dibêje, xwendevan û lawên Kurdistanê, bi berdewamî li her dû bereyên parastina welat û dabînkirina paşarojeke geş bûne.
Ev jî tekesta peyama wî ye.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Qutabî(Xwendekar) û lawên xweşdivî
Bi helkefta 62 emîn salvegera damezrandina rêxistinên we (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê) pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazim.
Dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê me pire ji rûpelên şanaziya lawên welatê me û bûn û mayîna Kurdistanê bi sedema cangorî û qurbanîdana lawên me ye.
Xwendekar û lawên Kurdistanê, bi berdewamî li her dû bereyên parastina welat û dabînkirina paşarojeke geş ya ji bo gelê xwe serê rim bûn û palpiştekî polayînî ya şoreş û berxwedana gelê me bûne.
Niha jî ku gel û welatê me berev rûyê şerekî dasepawî ya dijminekî dirinde û dijî jiyan û azadiyê bûye û şerê man û nemane, hemû çîn û tuwêjên gelê me bûne Pêşmerge û li wê bergiriya qehremanane da beşdarin û karîn serweriyekî mezina dîrokî tomar bikin û efsaneya dirindetirîn dijmin li ser axa Kurdistanê têkbişkînin, bi cûreyek ku niha hemû cîhan şanaziyê bi azayetî û camêriya Pêşmerge ve dike.
Ji bo wê yekê, niha û paşarojê jî rola we yê xort û lawan û xwendekaran gelek hestiyar û girînge û li demek da şerefa Pêşmergayetî û parastina gel û welatê xwe bi dest aniye, pêwîst e bi heman hestê Pêşmergane ve rê li belavbûna hizra tundrewiyê bigrin û berperçiya wan hewlan bidin ku ji bo bê îradekirin û lawazkirina hesta nîştîmanperweriyê li cem xortên welatê me li holê daye.
Serbilind û serkeftî bin.




