Serok Barzanî û şanda hikûmetê encamên serdana Bexdayê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê bi şanda hikûmeta Kurdistanê yaku serdana Bexdayê kiribû civiya û di wê hevdîtinê de Serokê Bazanî şîretên pêwîst di vê derbarê de pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime bi başî lêkolîn li ser rewşê were kirin û eger bi kêşeyên cidî yên darayî li Îraqê de hebin vê demê pêwîste Hewlêr û Bexda rûnin hewl bo çareser kirinê bidin.
Îro sêşemê 17-2-2015 li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ligel heyeta hikûmeta Kurdistanê yaku bi Serokatiya Serokwezîr birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kiribû civiya.
Di hevdîtinê de heyet raporta xwe ya derbarê civînên xwe yên ligel rayedarên Bexdayê de pêşkêşî Serokê Kurdistanê kir.
Piştî giftûgo kirin li ser raporta han Serokê Kurdistanê şîretên pêwîst di vê derbarê de pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime bi başî lêkolîn li ser rewşê were kirin û eger bi kêşeyên cidî yên darayî li Îraqê de hebin vê demê pêwîste Hewlêr û Bexda rûnin hewl bo çareser kirinê bidin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa qirîza darayî ya hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser ev tedbîran hate kirin ku lazime werin stendin.
Her di civîna han de biryar hate dayîn daku heyeta hikûmeta Kurdistanê li gel part û aliyên din yên Kurdistanê bicive û encamên serdana xwe bo Bexdayê bo wan jî eşkere bike.
Di dawiya hevdîtina han de behsa rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên DIŞIê jî hate




