26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî bo malbatên pêşmergeyên di destê DAIŞê de: Em amade ne her tiştekî ji wan re bikin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ligel malbet û kesûkarên pêşmergeyên di destê DAIŞê de civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, zarokên we zarokên mene û kesûkarên wan jî kesûkarên mene, di vê şerê de ku şerê man û nemane pêwîst e li benda her tiştekî bin weke ji dest dan û wendakirina azîzên xwe lê girîng ew ku îradeya me hebe û îradeya me lawaz nebe.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Kerkûkê de Serokê Kurdistanê ligel malbet û kesûkarên pêşmergeyên esîr civiya.

Di civînê de malbet û kesûkarên esîran daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku tevahiya hewlên xwe bo azad kirina wan esîran bitevger bike û herwiha jiber civîn û hevdîtina han spasiya Serok Barzanî kirin û eşkere kirin ku ev civîna han derdê me kêm kir.

Piştre Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û hevsoziya xwe bo kesûkarên pêşmergeyên esîr diyar kir û got: “Zarokên we zarokên mene û kesûkarên wan jî kesûkarên mene, di vê şerê de ku şerê man û nemane lazime li benda her tiştekî bin weke ji dest dan û wenda kirina azîzên xwe lê girîng ew ku îradeya me hebe û îradeya me lawaz nebe.”

Serok Barzanî pêşmergeyên esîr girtî bi qehreman û fîdakar wesif kir û got: “Bo azad kirina wan çi ji me were emê bikin û daxwaz ji we dikim ku sebira we hebe û gohê xwe nedin propagendeyên terorîstan.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku li hember hovitiya ev dijminên bêrehm gelê Kurd û hêzên pêşmerge xwedan pîwanên mezin yên exlaqîne û ew exlaqa han tê parastin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku ev pêşmergeyên esîr hîna di destê terorîstan dene û em amadene her tiştekî bo azad kirina wan bikin lê eger tiştek li ser wan pêşmergeyan de biqewme vê demê vê terorîst cezaya kiriyarên xwe bibînin
 

Nûçeyên têkildar