26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Emê bi hevre Kerkûkê biparêzin..Divê Kerkûk bibe nimûneya bihevre jiyanê

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê bi Civata Parêzgeha Kerkûkê re civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, Pêwîst e bajarê Kerkûkê nimûneya bihevre jiyan û biratî û pêkve bûna tevahiya pêkhateyan be. Herwiha tekez kir ku, ewê bi hevre Kerkûkê biparêzin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo parêzgeha Kerkûkê de, îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel parêzgar û endamên civata parêzgeha Kerkûkê civiya.

Di destpêka civînê de ku Cîgirê Serokê Kurdistanê Serokê dîwana Serokatiya Kurdistanê jî tê de amade bûn parêzgarê Kerkûkê peyvek pêşkêş kir û bixêr hatina Serokê Kurdistanê û herwiha spasiya hêzên pêşmerge kir û eşkere kir ku di siya qurbanî dana hêzên pêşmerge de şîniyên Kerkûkê di nava aramî û asayîşê de dijîn û tekez li ser vê yekê kir ku biryar dan li ser çarenivîsa vê bajarê tenê di destê şîniyên Kerkûkê deye.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han diyar kir û got: “Pêwîst e bajarê Kerkûkê nimûneya bihevre jiyan û biratî û pêkve bûna tevahiya pêkhateyan be.”

Serok Barzanî herwiha daxwaz kir daku biratî li vê bajarê zal be û piştgîriya xwe jî bo parêzgar û civata parêzgeha Kerkûkê diyar kir.

Derbarê êrîşên terorîstên DAIŞê de jî Serok Barzanî got: “Hîn jî terorîst metirsîne bo ser Iraq û deverê lê lazime şîniyên Kerkûkê bizanibin ku bi ti awayî derfet bi terorîstan nayê dayîn daku nêzî Kerkûkê bibin jiber ku hêzên pêşmerge bi tavahiya hêza xwe ve vê bajarê diparêze û lazime îradeya berxwedan û bihevre jiyanê li Kerkûkê de were bihêztir kirin.”

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku em hemû Kerkûkê diparizin û daxwaz ji xuşk û birayên Mesîhî yên li Kerkûkê dikim ku bi ti awayî hizir li koç kirinê nekin û îradeya mayîna xwe bihêztir bikin jiber ku ti pêşerojeke terorîstên DIŞIê tuneye û rewşa xelkê normal dibe.

Di dawiya civînê de endamên civata parêzgeha Kerkûkê jî ji ber serdana han spasiya Serokê Kurdistanê kirin û jiber girîngîdana Serok Barzanî bi bajarê Kerkûkê jî destxweşiya Serok Barzanî kirin.

Nûçeyên têkildar