Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Japonyayê behsa pêdiviyên Hêzên Pêşmerge kirin
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê û Konsulusê Japonyayê yê li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku hikûmeta Japonyayê di çarçoveya projeyên xwe yên li Iraqê de para Kurdistanê jî bi awayekî ku hêjayê Kurdistanê be dabîn bike û behsa eniyên şerê dijî DAIŞ û pêdiviyên hêzên pêşmerge di vê şerê de kir.
Îro sêşemê 17-2-2015 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Japonyayê yê li Bexdayê kir û di civînê de heyeta mêvan spasiyên hikûmeta Japonyayê gehande hikûmeta Kurdistanê ku kuştina welatiyên japonî ji aliyê terorîstan ve mehkûm kiribû.
Heyeta mêvan herwiha perse û hevxemiyên xwe jî pêşkêşî malbet û kesûkarên wan pêşmergeyan kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de şehîd bûne.
Heyet di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku di çarçoveya kar û çalakiyên hikûmeta Japonyayê yên li Iraqê de wê hikûmeta Japonyayê pereyên projeyeke avê ya li Hewlêrê ya ku di rojên pêşiya me de peymannameya cîhbicîh kirinê tê îmzekirin dabîn dike û hikûmeta Japonyayê berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê.
Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa rewşa deverê, Iraq û Kurdistanê û herwiha erniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê jî hate kirin û behsa pêdiviyên hêzên pêşmerge bo şerê dijî terorîstên DAIŞê jî hate kirin.
Herwiha serdana dawî ya heyeta Kurdistanê bo Bexdayê û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya meha 12an a sala 2014an jî hate nirxandin û hate gotin ku Bexda bi fermî Kurdistan agehdar kiriye ku pere tuneye daku ji bo Kurdistanê bişîne.
Di dawiya civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber ev projeyên ku li Hewlêrê de cîhbicîh dike spasiya hikûmeta Japonyayê kir û herwiha hêvî xwest ku hikûmeta Japonyayê di çarçoveya projeyên xwe yên li Iraqê de para Kurdistanê jî bi awayekî ku hêjayê Kurdistanê be dabîn bike û behsa eniyên şerê dijî DAIŞ û pêdiviyên hêzên pêşmerge di vê şerê de kir.




