Serok Barzanî li Kerkûkê ye..Ligel fermanderan û malbatên pêşmergeyên dîlgirtî civiya

Kerkûk-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, Serok Barzanî gihîşte bajarê Kerkûkê û ligel fermandarên Hêzên Pêşmerge û malbatên wan pêşmergeyên ku dîl di destê Hêzên Pêşmerge de ne, civiya.
Dr. Kemal Kerkûkî Berdevkê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro, Serok Barzanî gihîşt Kerkûkê û di serî de ligel Fermandarên leşkerî yên Hêzên Pêşmerge civiya û piştre jî ligel malbatên pêşmergeyên ku di destê DAIŞê de ne, civiya. Biryar e niha ligel Encumena Parêzgeha Kerkûkê bicive.”
Kerkûkî wiha domand: “Mebes ji wê serdana Serok Barzanî bo bajarê Kerkûkê, da ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kerkûkê û Hêzên Pêşmerge bibe.”




