26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ji gelê Kurdistan re diyar bû ku dosteke mezin weke Franseyê li pişta wan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serfermandarê Artêşa Franseyê û heyeteke pê re kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku ji gelê Kurdistan re diyar bû ku dosteke mezin weke Franseyê li pişta wan e. Herwiha tekez kir ku di sêya qehremaniya Hêzên Pêşmerge de êrîşên terorîstan hatin pûçkirin û Hêzên Pêşmerge estûreya DAIŞê têkşikandin û 15 hezar km çar guşe ji destê terorîstan azad kir.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serfermandarê Artêşa Franseyê Pierre de Villiers û heyeteke pê re kir ku pêk hatibû ji Fermandarê operasiyonên taybet, Konsulusê Franse yê li Hewlêrê û hijmareke şêwermendên Frensî.

Di hevdîtinê de Serokerkanê artêşa Franseyê pesnên rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de da û peywendiyên navbera hêzên pêşmerge û hêzên leşkerî yên Franseyê bi girîng û baş wesif kir û tekez li ser vê yekê kir ku şerê dijî terorîstan şereke hevbeş a tevahiya civaka cîhaniye û artêşa Franseyê berdewam dibe li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge heta ku terorîstên DAIŞê werin ji navbirin.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku ew metodên ku terorîst propagende bo wan dikin bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya gel û Serok û artêşa Franseyê kir û behsa hatina Serokkomarê Franseyê bo Kuridstanê kir û got: “Ew serdana han di demeke gelek hesas de hat pêkanîn û nîşaneya bihêzbûna dostatiya gelê Kurd û Franseyê ye û herwiha serdana han ev yek jî gelê Kurd îsbat kir ku xwedan dosteke mezin weke Franseyê ye.”

Serok Barzanî herwiha behsa kiriyarên terorîstî yên li Franse û Danîmarka û deverên din yên cîhanê kir û ragehand ku teror û terorîstan metirsiyeke cîhanî ne û li her deverekî ku derfet destê terorîstan bikeve vê xwe ji pêkanîna kiriyarên wehişiyane dûr negirin lewre şerê dijî vê diyardeya han erkê her kesekiye.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destpêka serhildana terorîstên DAIŞê û herwiha çawetiya bihêzbûna wan û êrîş kirine ser Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku di sêya qehremaniya hêzên pêşmerge de êrîşên terorîstan hatin pûçkirin û hêzên pêşmerge estûreya DAIŞê têkşikandin û 15000 hezar km çar guşeyan ji destê terorîstan azad kir.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku kiriyarên qirêj yên terorîstên DAIŞê esasê xwe ji hizreke tekfîrî, cîhadî û hizreke faşîstî digirin û ev cure hizrên han jî ti pêşerojeke wan tuneye.

Di berdewamiya civîna han de behsa pêdiviyên hêzên pêşmerge û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina hemahengî û hevkariyên navbera hêzên pêşmerge û artêşa Franseyê hate kirin.

Di hevdîtina han de her yek ji Şêwermendê Civata Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, emîndarên wezareta pêşmerge jî amade bûn

Nûçeyên têkildar