25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amadekariyên rizgarkirina Şingalê bidawî bûne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê eniya Şingalê ragihand ku, terorîstên DAIŞê ev 2 rojin ku li Şingalê tevgera wan wan nemaye û ti hêza wan li navçeyê nemaye da ku êrişî Pêşmerge bikin, lê belê yên ku mane jî tenê karin xaniyan biteqînin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge û bepirsê eniya Şingalê Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihnad: “Azadkirina Şingalê gellek jê re nemaye û di pêşerojeke nêzîk de emê mizgîniya azadkirina Şingalê û derdora wê rabigihînin, niha jî pilana Hêzên Pêşmerge heye û hemû amadekarî bo azadkirina wê deverê bidawî bûne.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Terorîstên DAIŞê ev 2 rojin ku li Şingalê tevgera wan wan nemaye û ti hêza wan li navçeyê nemaye da ku êrişî Pêşmerge bikin, lê belê yên ku mane jî tenê karin xaniyan biteqînin.”
 

Nûçeyên têkildar