26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Genarelekî amerîkî medalyaya rêzlênanê pêşkêşî Kemal Kerkûkî kir

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Fermandarê Operasyonên Taybet ên Artêşa Amerîkayê Gneral Josêf Vtîl di dema serdana xwe de bo eniya rojavayê Kerkûkê – Dubizê medalyaya rêzlênanê pêşkêşî berpirsê wê eniyê Dr. Kemal Kerkûkî kir. Herwiha pêkve karkirina xwe ligel Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê de dûpat kir.

Şandeke pilebilinda Amerîkayê bi serperiştiya Fermandarê Operasyonên Taybet ên Artêşa Amerîkayê Gneral Josêf Vtîl serdana eniya rojavayê Kerkûkê – Dubizê kir û ji aliyê berpirsê wê eniyê Dr. Kemal Kerkûkî ve hat pêşwazîkirin.

Gneral Josêf Vtîl kêfxweşiya xwe bi qehremanî û mêrxasiya Hêzên Pêşmerge nîşan da, ku karîn li sînorê eniya rojavayê Kerkûkê û qeza Dûbizê bi tundî li DAIŞê bidin, herwiha destxweşî li wê operasyona girîng a ku li wir hat pêkanîn kir.

Di berdewamiya axaftina xwe de, wî fermandarê amerîkî tekez kir ku, hevahengiyeke baş di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de heye û got ku, rola Herêma Kurdistanê û serkirdatiya wê pir girîng e bo hemû cîhanê, emê ligel we bin û emê bi hevre dawiya terorê bînin, ji ber ku ev şer yê me hemûyane.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Kemal Kerkûkî amaje bi girîngiya rola balafirên hevpeymaniya navdewletî kir di lêdana çeperên terorîstan de ku berdewan alîkariya Hêzên Pêşmerge dikin.

Di dawiyê de, Fermandarê Operasyonên Taybet ên Artêşa Amerîkayê Gneral Josêf Vtîl destxweşî li Dr. Kemal Kerkûkî kir li ser karên wî û medalyaya rêzlênanê pêşkêşî wî kirin. Ji aliyê xwe ve, Kerkûkî ala Kurdistanê pêşkêşî wê şandê kir.

Nûçeyên têkildar