Brîtanya piştevaniya xwe bo Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dûpat dike

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Îro dûşem 16.02.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û her wiha peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê xistin ber behs û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya jî guftûgo kirin.
Her li vê kombûnê da Balyozê Brîtanya li Iraqê palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dûpat kir.




