26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. tenê 50 gund di bin destê DAIŞê de mane

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, pêşveçûnên Pêşmerge û şervanên YPGê berdewam dikin û tenê 50 gundên herêma Kobanê di destê DAIŞê de mane. Herwiha tekez kir ku mizgîniya azadkirina wan gundan nêzîk bûye.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşveçûnên şervanan bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û çekên wan ên giran li herêma Kobanê berdewam dikin û ji 376 gundan niha tenê 50 gund di destê DAIŞê de mane. Li Rojhilat tenê 3 gundên Kobanê mane. Li rojava jî nêzîkî 40 km pêşve çûne û niha li gundê Mişko jî şer heye û Hêzên Pêşmerge çeper û navendên wan topbaran dikin. Li başûr çend gund û girên stratejîk hatine rizgarkirin.”

Nûçeyên têkildar