Mesrûr Barzanî: Hebûna hikûmeteke navendî li Bexdayê nabe çareserî

Hewlêr-KDP.info- Şêwermendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtinê de
Îro 16-2-2015 Şêwermendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê Frank Beecher kir.
Di hevdîtinê de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraq û şerê dijî terorîstên DIŞIê li Sûriya û Îraqê kir û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî tekez li ser piştîwaniya zêdetir ya leşkerî bo Kurdistanê ji aliyê civaka navnetewî ve kir û got: “Pêşmerge her çend xwedan çekên kevin û kême lê qurbaniyên gelek zêde daye.”
Di beşeke din ya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî yên Iraqê kir daku bo bihêztir kirina prosesa siyasiya Iraq û sepandina pergaleke nenavendî bo hikûmetên lokal wenêrîn di prosesa siyasî ya li Bexdayê de bikin û got: “Em wisa nahizirin ku hebûna hikûmeteke navendî li Bexdayê dibe çareser bo kêşeyên heyî, ew yek çend car hatiye cerbandin.”
Di dawiya hevdîtinê de Konsulusê Berîtanyayê jî tekez li ser piştîwaniya asmanî ya Berîtanyayê bo hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û got: “Di hefteyên pêşiya me de vê Berîtanya amûrên zêdetir û baştir bo pûç kirina mînan û perwerde kirina hêzên pêşmerge bo Kurdistanê bişîne.”




