26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bila xelk bi başî karebayê bikar bînin..Bo mûçeyê fermanberan em hewlên xwe didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji xelkê dike bi başî karebayê bikar bînin. Herwiha da zanîn ku bo mûçeyê fermanberan ew hewlên xwe didin û da zanîn ku ti muçeyê fermanberan naçe.

Îro danê sibê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana wezareta kareba kir û ligel Wezîrê Karebayê û rayedarên din ên wezareta karebayî civiya.

Piştî bi dawî hatina civîna han jî Serokwezîrê Kurdistanê di presskonferansekî de behsa çendîn kêşeyên heyî yên derbarê karebayê de kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Hikûmeta Kurdistanê her sal 3 miliyar dolar weke hevkarî pêşkêşî keta karebayê dike û ji niha pêde ne mimkune ku her sal ew pereyên han ji bo vê kertê were dabînkirin lewre lazime welatî bi başî kareba bikar bînin û gelek kareb çarçûr nekin.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê gotûbêjan ligel Bexdayê de got: “Em bi şandina 550 hezar bermîl petrol rojane pêbend in, lê Bexda ne pêbend e, çûnkî ti rêjeya pereyên wê nîne.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê pêbnedbûna temam bi wê rêkeftinê heye, di rêkeftinê de diyare ku, her aliyek eger pêbend nebe bi rêkeftinê, rêkeftin tê hildiweşandin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku, arîşe ne ew e ku Hikûmeta Herêma Kuridstanê bi rêkeftinê ne pêbende, belkî Herêma Kurdistanê rêjeya petrola şandî, hejmarkirina wê şandinê jî, di awayê koma giştî de be, lê Bexda ji ber ku pere nînin da ku ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.”

Serokwezîr Barzanî derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de bo Hewlêrê got: “Berpirsên Iraqê hatin, Wezîrê Petrola Iraqê hat, Parlamenterên Iraqî hatin, biryare Ebadî jî were, tekez jî kir û got (Em amade ne ji bo ronahîkirina helwesta xwe, çi ji destê me were em bikin û Bexdayê amadeyî ya xwe ji bo şandina beşa Herêma Kurdistanê ji dahata Iraqê aniye ziman, lê em dixwazin mafên xwe yên ku, ji butçeya sala 2015an ya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin bistînin.”

Derbarê kêmkirina nirxê Benzînê Serokwezîr Barzanî got: “Di dema bê de ewê civîneke taybet ji bo kêmkirina nirxê Benzînê lidarbixîne.”
 

Nûçeyên têkildar