Serok Barzanî: Hejmara koçberan û asta karesatê gellekî mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî kir û di wê hevdîtinê de balkişand li ser wê yekê ku hejmara koçberan û asta karesatê gelek mezine û Hikûmet û xelk û rêxistinê xêrxwaziyên Kurdistanê hemû hewlekî xistine ger ji bo yarmetîdana koçberan.
Îro dûşem 16.02.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya David Miliband Serokê Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî (International Rescue Committee) û Wezîrê berê yê Derveyê Brîtanya û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa mirovî ya Iraq û Kurdistanê û rewşa jiyana koçberan xistin ber behs û di derbarê çawayiya yarmetîdana koçberan û baştirkirina rewşa mirovî ya wê xelkê kirin ku li encama êrîş û hereşeyên DAIŞê mal û halê xwe bi cîh hiştine.
Her wiha Serokê Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî ji bilî balkişandina li ser wê barê giranê li ser milê Herêma Kurdistanê li warê hewandin û koçberan wê yekê ji bo Serok Barzanî behs kir ku Komîteya Bihanaveçûna Navdewletî erk û karên li Herêma Kurdistan û Iraqê destpêkiriye û li hewla berdewamî da divê welatên Ewrûpayî û navendên navdewletiyan li rewşa xerapa koçberan û her wiha wê erk û rewşa girana li ser milê Herêma Kurdistanê agahdar bike.
Her peywîst bi vê behsê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku hejmara koçberan û asta karesatê gelek mezine û Hikûmet û xelk û rêxistinê xêrxwaziyên Kurdistanê hemû hewlekî xistine ger ji bo yarmetîdana koçberan û Kurdistanê jî pêşwazî li her cûre yarmetiyek dike ku pêşkêşî koçberan bê kirin lê belê li gel ewe jî çareseriya serekî ji bo koçberan eweye ku vegerin cihên xwe û eve jî bi derxistin û nehiştina terorîstan têkirin.
Her li vê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û hereşeyên terorîstan ya li ser navçe û cîhanê û çawayiya rûbirûbûna terorîstan guftûgo kirin.




