Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê berdewam dibin..3 mehan carekê petrol tê hejmartin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, duhî li bajarê Bexdayê civîna duyemîn digel Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê saz kir û her du alî tekîd li ser berdewamiya danûstandinan û çewaniya cîbicîkirina lihevhatina vêd awiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Di civînê de eşkere bû ku ji ber kirîza êkonomî û nebûna pereyean li bankayên Iraqê, hikûmeta Iraq nikare budceya herêma Kurdistanê weke di qanûn abudceya Îraq ya giştî ya sala 2015ê de hatite destnîşan kirin bide.
Ji bona dîtina çaresriyeke minasib her du aliyan tekîd li ser berdewamiy danûstandinan kir û piştî civîna duyemîn bidawî hatî şandeya herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.
Weke tê zanîna Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re dema îro gihiştîn Bexdayê digel Heyder Ebadî Serokwezîr Iraqê civiyan û di civînê de rewşa siyasî û emniya Iraqê, şerê dijî terorîstên DAIŞ, giringiya hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê di rûbirûbûna terorê de, piştgiriya hevpeyamnaiya navdewletî li Îraq û herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de, kirîza aboriya Iraqê û çend mijarên din gotûbêj kiribûn.
Di civîna yekem ya serokwezîrê Îraqê û serokwezîrê Kurdistanê de, lihevhatina vêdawiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê û ew lihevtênegihiştina li ser çend madeyên wê lihevhatinê hene hatibûn gotûbêj kirin û piştî her du aliyan dîtin û helwestên xwe zelal kiribûn, tabloya hinardekirina neftê ji aliyê herêma Kurdistanê ve bo derve hatibû behis kirin û her du aliyan pabendiya xwe bi wê lihevhatinê diyar kiribû, lê her du alî gihan wê baweriyê ku pirsgirêk û astengiya li pêşiya cîbicîkirina wê lihevhatinê hebûna kirîza aborî ye li timamî Iraqê û divê rewşê de hikûmeta Iraqê nikare weke pêwîst budceya du mehan, meha yek û du, bo herêma Kurdistanê binêre.
Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji; Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Rêbaz hemelan wezîrê êkonomî, Elî Sindê wezîrê pilandananê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û sekreterên sivata wezîran pêkhatibû.




