Nêçîrvan Barzanî: Pereyên Bexdayê nînin ku ji Herêmê re bişîne..Gotin Kurdistan girêdayî rêkeftinê ye

Bexda-KDP.info- Îro êvarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ragihand ku, wan pirsa şandina petrolê ji Bexdayê re zelal kir û berpirsên Bexdayê jî gotin ku Herêma Kurdistanê rêkeftina di navbera me de ye, lê pereyên Bexdayê nînin ku ji Herêmê re bişîne.
Piştî ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Heyder Ebadî li Bexdayê civiya, kongreyeke rojnamevaniyê saz kir û tê de ragihand ku, Herêma Kurdistanê xişteya şandina petrolê ji Bexdayê re zelal kir û wan jî gotin ku Herêma Kurdistanê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lê Ebadî tekez kir ku, pereyên Bexdayê nînin ku ji Herêmê re bişîne. Ev jî qeyranek e, ku divê her kes zanibe pereyên Bexdayê nînin ku Herêma Kurdistanê re bişîne.
Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Îro bi şev dîsa emê ligel Ebadî bicivin û çawaniya diyarkirina henardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin, ku pêşniyara me ew e ku her 3 mehan carekê ji rêjeya şandina petrolê piştrast bibin.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Bexda dixwaze ku ev rêkeftin serbigire û pabend e, lê pereyên wê nînin û di aloziyeke aborî mezin de derbas dibe.”
Mijara serekî ya civîna Barzanî û Ebadî, hinartina 550 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ye bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê. Pereyê ku ji fortina wê pişka petrolê tê komkirin dê radestî Bexdayê were kirin û Bexda jî bûdceya Herêma Kurdistanê bide.
Ev rêkeftin, diviya ji destpêka îsal ve bihata cîbicîkirin lê heta niha Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê nedaye.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Hemlan, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk hatiye.




