25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. 2 cihên girîng hatin azadkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Hêzên kurdî 2 navçeyên herî girîng li başûrê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin, çavkaniyek ji Pêşmerge jî dibêje ku ew berdewamin di pêşdeçûna xwe de.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Neqîb Rizgar Behram Şêrwanî ji malpera KDP.info re ragihand: Şeva borî şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge 2 navçeyên girîng ên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li ser çemê Firatê ji DAIŞ`ê paqijkirin.

Neqîb Rizgar Behram wiha got: “Şervanên Kurd û Hêzên Pêşmerge, êrîşeke berfireh bo ser gundên Sêwe, Ebtar û Tormanê encamdan û li demijmêr  10 şeva borî, karîbûn wan gundan ji çekdarên DAIŞê paijbikin.”

Derbarê girîngiya wê navçeyê de Neqîb Rizgar Behram diyar kir ku “Ew gund bi qasî 30 kîlometran ji bajarê Kobanê dûrin û dikevine ser çemê Firatê û navçeyên herî girîngin li başûrê Kobanê.”

Derbarê pêşdeçûnan de jî Neqîb Rizgar Behram da zanîn ku “Em û şervan di pêşdeçûnên berdewam de ne ji bo azadkirina tevahiya gundên di destê çekdarên DAIŞê de û  li her cihekî pêwîst bû bi alîkariya şervanan wê pêgehên DAIŞ`ê topbaran bikin.”
 

Nûçeyên têkildar