26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî vegeriya Başûrê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî serdaneke fermî bo Ewropayê, Serok Barzanî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Êvariya îro şemî 14/02/2015 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya Ewrûpa anî û li rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinêye Serok Barzanî li ser vexwendineke fermî ya ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Cîhanî li Munîx serdana Ewrûpa kir û li demên konferansê jî ligel hejmarek berpirs û siyasetmedarên welatên cîhanê hevdîtinan pêkanî û piştî temambûna konferansê jî serdana welatê Fransa kir û ligel Serok û berpirsên mezinên Fransa civiya.

Her wiha welatê Awusturya wêstgeha dawî ya serdana Serok Barzanî bû û li wir ligel Serokê Awusturya civiya.

Nûçeyên têkildar