26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sibe Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Wezîrê Dewletê li Hikûmeta Iraqê Saman Ebdulah ragihand ku, sibe Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re serdana Bexdayê dikin. Herwiha ew serdan jî bi bandor bo çareserkirina arîşeyan û şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê da zanîn.
Saman Ebdulah Wezîrê Dewletê li Hikûmeta Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Sibe şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî tê Bexdayê. Ew şanda Kurdistanê dê li ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikole, ku bûne sedema neşandina buce û mûçeyên Herêma Kurdistanê. Herwiha dê pirsgirêkên taknîkî yên petrolê werin gotûbêjkirin bo çareserkirina wan.”
Ebdulah ragihand: “Ew serdan jî bi bandor bo çareserkirina arîşeyan û şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê da zanîn. Tê çaverêkirin ku vêhefteyê 583 milyar dînaran ji budceyê meha 1ê ji Herêma Kurdistanê re bişîne.”

Nûçeyên têkildar